Ji Eyarên Rawêjî Dûr Bikevin

Tenduristiya xwe ya dîjîtal bi hêz bikin

Hûn herî dawî kengî ‘’online nebûn’’ û rojek hetta saetekê ji teknolojiyê dûr ketin? Heke hûn her dem online bin, hûn ne bi tenê ne. Miroveke ji rêzê her roj zêdeyî 2600 carî dest şaşeya telefonê dide, ditîkîne an dişemitîne. (çavkanî) Heke hûn tiştekî wisa zêde tînin cih hûn dixwazin ku hêjayî vî tiştî be. Hûn çawa ji xwe bawer in ku dema ku hûn di amûra xwe ya teknolojik de derbas dikin demeke bi kalîte ye?

Bi vê yekê dest pê bikin ku ev heza li hember amûrên we ên teknolojîk ne xeletiya we ye! Bawer bikin an nekin, di malper û sepanên we ên herî zêde ji wan hez dikin, ji bo qane bûn, hîn bûn zêdetirîn tiştan, her reng, deng û taybetî bi armanca lêvegerîna we hatiye optîmîzekirin.

Sepan û malper jî ji bo cihên ku hûn dixwazin biçin hatine sêwirandin. Di butonan de li ser erêkirinê ve tê sekinîn û metin bi awayeke gelek qanîker tê nivîsîn.

Li vir, hûn dê rêya têkoşînê ya li hember dengê zêde hîn bibin û hûn dê ji teknolojiyê bawer bikin ku naxwaze we têxe çiravê, di esasê de qedir dide we. Di derheqê maweya bikaranîna amûrên we ên teknolojîk ‘rastîyek’ tune ye. Hûn xwe çawa baş hîs dikin wisa dest pê bikin û ji wir dewam bikin.

Ka Em Dest Pê Bikin!


1. Di Kêliyê De Bimînin

Sepandina vê pêşniyarê ji bihîstina wê zehmettir e. Ji bo zefttkirina kêliyê divê her roj rahênan bên çêkirin. Ev “yek mîna masulkeyekî mejiyê yê ku divê hûn her roj bixebitînin. Hûn dikarin bi têgihiştina têkiliya we ya di navbera cihaza we ya teknolojîk dest pê bikin.

Hûn di telefona xwe de çiqas dem derbas dikin?

Heke hûn ji bersivê ne kêfxweş bin, eyar û stratejiyên ku dê bikaranîna we kontrol bike heye. Heke armanca we di Facebook, Instegram an Snapchatê de hindiktir dem borandin be, eyar û destûrên vê sepanê ji bo xwe, bi awayekî herî baştir biguherin. Hin sepan mîna Instegramê dema ku hûn gihaştin asta bikaranîna xwe ya rojane we bi kubarî agahdar dikin.

Instagram:

  • Profîl →
  • logo menû →
  • Eyar
  • Hesap
  • Tevger
  • Bibîrxistina Rojane Eyar Bike

Heke telefona we sohbetên jiyana rasteqîn bi gerîn, ricifîn û bi ronahiya şaşeyê ve dibire hûn dikarin telefona xwe demkî têxin bêdengîyê, serdevkî dînin hetta ji bo ku ji çavên we dûr be dikarin di bêrîk û çenteyê xwe de jî bigirin.

Herwiha sepanên ku bikarhêneriya we ya telefonê dipîve jî heye. Android û Iphone xwedî van rêbazên ku hînbûyînên we dipîve: GHevsengiya Dîjîtal Ya Googleyê û Nûvekirina İOSê Ev xizmet maweya kontrolkirinê ya telefonê ji we re dibêje û eyarên kontrolkirinê li ber we radixe.

Ji bo bêhtir serbendan, çav li serenavan di kêliyê de bimînin (Tevî Telefona Xwe Jî…) bigerînin.


2. Xalên Girîng Ên Sêwiranê Diyar Bikin

Sêwiranên qaneker ên ku weke ‘’neqşên tarî’’ jî tên nasîn, ji bo ku hûn li tiştekî qeyd bibin, tiştekî bistînin an jî ji bo parvekirina gelek agahiyên xwe ên takekesî, li ser cezbandinê hatine avakirin û xwe dispêre derûniya mirovan. Bikaranîna rengên diyarkirî ên weke xapên sêwiranê, di cihên diyarkirî de bicihkirina butonan, weke metnên ne net an agahiyên kêm tên hesibandin. Car caran ev hejmar bi têra xwe aşkere ne, lê car caran jî destnîşankirina wan dibe ku zehmet be. Dema ku hûn dibin endamê/a rûpelekê an di înternetê de danûstendinê dikin dibe ku we hin ji van tiştan kişf kiribe.

Li her derê sedema dîtina van xapên sêwiranê jî bi kêrhatina wan e. Me di warê qeydkirin, tikandin, kirîn û lê vegerê qane dikin. Hûn her çiqas li texrîf û nihiçkên nixumandî ên ku li malperên ku hûn bi kar tînin bi cih bûne haydar bin, hûn dê ewqas bîrewer û serwext bin.

Ji bo ku hûn sepanan bi mejiyê xwe têk bibin çend tiştên divê hûn bikin hene.

Li niquçandina xwe hay bibin: Tişta sereke ku hûn dê bikin, lê haybûna bikaranîna van teknîkan in. Ji bo agahî stendina cureyên cuda çav li li vir bigerînin û ji bo haydariya sêwiranên qaneker ên guncan hûn dikarin için Rûpela twitterê an hashtag bişopînin.

Wêneyê şaşeyê bigirin û parve bikin: Li înternetê dema hûn her ku li sêwiranên qaneker rast hatin wêneyê şaşeyê bigirin û bi hevalên xwe re parve bikin. (Di dîmenan de hemû hûrgiliyên di derheqê we de ku dê we bide nasîn, ji bîr nekin û veşêrin: Di serî de nepenîtî!). Di heman demê de di warê guherîna van sepanên şîrketan jî hûn dikarin daxwaziyê bînin ziman.

Aram bin: Di rûpeleke kirînê de heke demjimêr hebe vê yekê ji xwe bipirsin: ‘’Ev bi rastî jî ewqas lezgîn e?’’ Dema ku hûn bê xwesteka xwe li ser butonekê bitikînin reng û bêjeyên li ser butonên ku ji alî vê xizmetê hatiye bikaranîn bifikirin. Heke serê we tevlihev bûbe demildest nêbejin ez nerast im; bêjeyên ku ji alî sepan an malperê ve tên bikaranîn têxin hesabê, lewre dibe ku ev beje ne zelal bin.

Ji bo li ser mînakên neqşên tarî û ji hev derxistina wan agahiyên bêhtir hîn bibin, Li gotara İnternetê Zorê Da Min: Di Nav Sêwiranên Tevlihev Dîtina Zelaliyê, binêrin


’3. Di Warê Medyayê De Hişmend Bin’’

Mîna ku hûn dê têkbirina sêwiran û taybetiyên di rûpeleke înternetê de tikandin û şemitandinê bikaribin bikin, di heman demê de bi tespîtkirina parvekirin û hêmanên nûçeyan ku dixwazin we bi awayekî şaş beralî bikin jî dikarin xwe pêş ve bibin.

Gengaz e ku heta niha we pirsgirêkên ‘nûçeyên qelp’ û ‘agahiyên şaş’ bihîstibe. Heke di derheqê nûçeyeke ku we xwendiye û di derheqê nûçeyên ecêb û ji bo rastiyê gelek baş xuya dikin, pirsîna pirsên rexneyî hûn dikarin bikin elimandin, diyardeya agahiya şaş baştir fahm bikin.

Di encamê de hûn ê bixwazin hîn bibin ku kîjan nûçe rast an qelp e – bi taybetî jî heke hûn dixwazin bi malbat û hevalên xwe re parve bikin.

  • Ev nûçe di kîjan malperê de weşîyaye?
  • Ji alî kê ve (kengî) hatiye nivîsîn?
  • Hemû gotar, ji bilî serenavê behsa çi dike?
  • Çavkaniyên ku hatine dayîn kîjan in?

Heke hûn di vê baweriyê de bin ku ev agahî şaş e û bixwazin belavkirina wê bisekinînin, di gelek platforman da ji bo gilîkirina parvekirinan qadek heye. Di heman demê de hûn dikarin biryara şopandina hesaba ku vê nivîsê weşandiye jî bidin.

Heke hûn ji bo peytandina nûçeyên qelp dixwazin bêhtir agahiyan bi dest bixin, li ronahiyê vebikin binêrin: Di înternetê de rastiyê bibînin.


4. Dengê Xwe Bidin Bihîstin

Heke hûn ji mijara sêwiranên qaneker an agahiyên şaş ên sepan û malperên ku hûn bi kar tînin ne kêfxweş bin, hûn dikarin bi rêya tweet û e-nameyan; gilî derdên xwe bigihînin şîrketan. Heke şîrket ji alî hemanên xwe ên herî hêja ango bikarhenerê xwe ve bên zorlêdan gengaz e ku biguherin.

Heke hûn dibêjin girîngiyê nedane peyama we, tişteke bihêz ya ku hûn dê bikin heye: malper an sepaneke cuda bi kar bînin. Heke we xemginiya xwe ya di derheqê sepan û malperan ku kirine anîbe ziman û pişt re we dev ji bikaranînê berda be ango we ji cihaza xwe rakiribe, piştî hejmarekê dê -lê hay bibin.

Ji bo tespîtkirina xapên sêwiranên dîjîtal heke hûn li bêhtir serbendan bigerin, li nivîsa Înternetê Zorê Da Min: Di Nav Sêwiranên Tevlihev De Zelaliyê Bibînin’’ binêrin.


5. Belav bikin

Parve bikin! Ev serişteyeke hêsan e ku bê jibîrkirin lê dibe ku bandoreke wê ya mezin hebe. Tiştên ku hûn ferq dikin wan ji heval, malbat û hevkarên xwe re bibêjin, heta wan jî vexwendînên ku beşdarî vê detoksê bibin!

Her kes di rêvebirina hînbûyînên têlefonê de zehmetî dikişîne. Ya girîng ew e ku hûn rêyekê bibînin ku ji we re rast be û li gorî şêwejiyana we be. Heta ku hûn ya rast bibînin biceribînin, piştre hînbûyînên xwe nûve bikin, ji ber ku pêdivîyên we bi demê re diguherin. Çareseriyeke tanê li gorî her kesî û her rewşî tune ye.

Û di dawiyê de, di der barê bijartinên xwe yên teknolojîyê de bi kesên derdora xwe re xeber bidin. Em bêjin ku her êvar piştî saet an hûn ê li ser sepana payamberê negihînbar bin, ji ber ku wê saetê hûn ê dest bi rûtîna xwe ya bê-ekranî bikin: ji heval û malbata xwe ra bêjin da ku di şûna peyamê da li we bigerin.

Rêya diyalogê vekirî bihêlin, pirsan bipirsin, bi saya vê hûn dikarin jiyaneke li gorî xwe ya parsengdar û serhêl bijîn.

Ger ev gav bi kêrî we hatibin û we xwe zêdetir parsengdar hîs kiribe, wê demê çima hûn Têlefonên jîrek banga Hînbûyînên Jîrek dikin jîrek naceribînin?

Dîroka dawî ya guncankirinê 12/16/2022