Daneyên Xwe Ên Telefonên Jîrek Kontrol Bikin

Ji bo zêdekirina nepenîtiya we ya online

Agahiyên ku daneyên we di derheqê we de daye hin kean, dibe ku weke pirsgirêkeke mezin xuya neke. Bi mûzîkên ku we herî zêde guhdar kiriye, bi stendina pêlava ku ji we re ne pêwîst e an bi plansaziya we ya pêşerojê ya betlanê ye kî eleqedar dibe?

Pirsgirêk ev e ku, çi bû ji van agahiyên we ên kesane? Dema ku bi demê re tê hevdan gihanekên veşartî dîjîtal derdikevin holê.Tekîliyên we, tercîhên we, baweriyên we û surên we mîne şîrket û sîmsarên daneyan ji wan kesên ku wan analiz dikin û ji wan fêdê bi dest dixin vekiriye.

Dema ku we bi şopandina vê kîtê daneyan berhev kir, hûn dê çavek li çawa û çima çêbûna van hemû tiştan bigerînin û ji bo kontrolkirina şopên xwe ên daneyên înternetê gavên pratîk biavêjin.

Ka Em Dest Pê Bikin!

1. Navê Amûra Xwe Biguherin

Di xalekê de, dibe ku we telefona xwe ji bo Wi-Fi, Bluetooth an ji bo her duyan jî ‘’bi nav kiribe’’ – an jî, di dema sazkirinê de dibe bi awayekî otomatik jî hatibe avakirin.

Ango ev yek tê vê wateyê ku ’’Telefona Alex Chungî’’ ji alî xwedîyê/a tora Wi-Fiyê û heke Bluetootha we vekirî be ji alî wan hemû kesên ku Bluetoothên wan vekirîne tê dîtin.

Dema ku hûn têkevin kafe, restoran an balafirgehekê hûn navê xwe ji herkesî re nabêjin, ji ber vê yekê divê telefona we jî nebêjî.

Navê telefona xwe weke takekesî hindiktir hatiye pênasekirin, lê belê dîsa jî hûn dikarin bi navekî ku aîdî we ye biguherin.

Çawa:

Android:

  • Guherîna Navê Wi-Fiyê:
  • Eyar
  • Wi-Fi
  • logo menû →
  • Pêşketî /Hîn bêhtir taybetî
  • Rasterast Wi-Fi
  • Navê Blueoothê biguhere:
  • Eyar
  • Bluetooh
  • Heke girtî be Bluetoothê vebikin →
  • logo menû →
  • Amûrê ji nû ve binav bike
  • Bluetoothê bigirin

iPhone:

  • Navê telefonê biguhere:
  • Eyar
  • Giştî
  • Di derheqê de
  • Navê biguhere

Pêdiviya we bi fikaran heye? Navê lehengê/a televîzyonê ku hûn herî zêde jê hez dikin an gotineke mîna ‘’vebe ey derî vebe’’ çawa ye?

Di derheqê taybet kirina telefona xwe da hûn hîn bêhtir serbend dixwazin? Hîn bibin ku hûn dê çawa destpêkeke nû ji cîhaza xwe re ava bikin.

2. Şopên Lingên Xwe Paqij Bikin

Her çiqas daneyên we ên cihî tenê weke beşên rasthatî ên agahiyan xuya bike jî, dema ku hemû bi hev re xuya bikin, kitekitên girîng ên di derheqê we de mîna cihên jiyîn, xebat û xebata we û hîn bûyînên we dikare derxe holê. Sedema pey ketina daneyên cihên we ên gelek sîxurên daneyan û şîrketan jî ev e.

Mînak, normal e ku sepana we ya nexşeyan bigihîje cihê we ê heyî. Lê belê dema ku hûn bizanibin bê we destûra gihaştina cihê xwe daye çend sepanan hûn dê matmayî bin.

Hûn dikarin çav li destûrên her sepanî bigerînin û xizmetên cihî bigirin. Çav li sepanên ku ji bo xizmeta ku daye pêdîvîya wî bi agahiya we ya cihî tune ye bigerînin (birastî jî lîstika ku hûn dilîzin divê cihê hûn lê ne zanibe?) û ji bo sepanên ku pêdîviya wan bi vê agahiyê tuneye binêrin:

Android:

  • Eyar
  • Sepan
  • Sepanên ku ragihanîya wan a cihî heye

iPhone:

  • Eyar
  • Nepenîtî
  • Xizmetên Cihî
  • Sepanên ku ragihanîya wan a cihî heye

An jî dema ku hûn bi awayekî çalak telefonê bi kar naînin hûn dikarin agahiyên cihî ên telefona xwe bigirin. Ev di heman demê de ji bo şarja telefona we jî baş e. – agahiyek din! Mînak, dema ku bikaranîna sepanên nexşe û rewşa hewê pêwîst be hûn dikarin dîsa vebikin.

Wêneyê ku girtina xizmetên cihî nîşan dide

Android:

  • Eyar
  • Ewlehî û Cih /Cih
  • Cihê bigire

iPhone:

  • Eyar
  • Nepenîtî
  • Xizmetên Cihî
  • Bigirin

Ji bo nexşeyên Googlê û hesabên Googlê ên din, ji bo serbendên di derheqê girtina xizmetên cihî jiyana xwe ji Googlê paqij bikin.

3. Sepanên Xwe Sererast Bikin

Sepanên we ên rewşa hewê, medya civakî û lîstikên we bi daneyên we re elqedar dibin … û gelek dane berhev dikin.

Jêbirina sepanên ku hûn qet bi kar naînin, dibe ku rêyeke bihêz ya detoksakirina nasnameya we ya dîjîtal be.

Herwiha paqijî dibe ku cih li telefona we fireh bike, bikaranîna daneyan kêm bike û temenê şarjê dirêj bike Li gor sepanê dibe ku performasa telefonê jî bilind bibe.

  • Sepana ku hûn dixwazin jê bibin hilbijêrin →
  • Jê bibe

iPhone:

  • Heta ku menû xuya bike bitîkînin ser sîmgeya sepanê.
  • Ji lîsteyê vebijêrka sepanê jê bibe hilbijêrin
  • Jêbirina sepanê erê bikin.

Heke we ji bo bikaranîna xizmetekê pere dabe, ji betalkirina destheqên ku hûn dê di pêşerojê de bidin bawer bin. (Herwiha hûn bi fatûreyekê re rûbirû namînin). Gavên ji bo guhertina vî tiştî ku dê bê avêtin dê li gor her xizmetê biguhere, ji ber vê sedemê li rûpela pirsên ku dubare tên pirsîn binêrin an ji bo beralîkirinê bigîhijin xizmetên piştgiriya mişteriyan.

Paqijkirina sepanan, di derheqê mezinahiya daneyên ku ji bikaranînê re vekiriye dibe ku cudahiyeke berbiçavava bike û ev jî di warê berhevkirina daneyan da ji bo fikîrîna rawêjan alîkariya şîrketan dike. Ji bo gelek sepanan alernatîfeke ku heman karî dibîne lêbelê daneyên we berhev nake an nafiroşin heye.

Hûn pêşniyaran dikarin di Navenda Sepanên Alternatîf de bibînin.

Heke guhertina amûran bi ên nû re bi we zehmet tê, tenê bi yek an du heban re dest pê bikin. Ji bo destpêkê li geroka înternetê binêrin: Hûn dikarin vê bi Firefox, Chromium an bi xizmeteke din a taybet re biguherin?

Ji bo sererastkirina sepanên xwe hûn dixwazin bigihêjin serbendên hîn bêhtir? Paqijiya sepanan bicerîbinin!

4. Şopên Xwe Kêm Bikin

Geroka înternetê ya di telefona we de di derheqê we de gelek agahiyan berhev dike -cihê we, lêgerînên we, malperên ku hûn bi kar dihînin- Herwiha van agahiyan dikare bi hin kesên din re parve bike.

Bi çend guhertinan hûn dikarin kontrola hin ji van agahiyan têxin destê xwe.

Gerokên înternetê ên ku girîngiyê nadin nepenîbûna we bi giştî ji berê ve li tablet, telefon û computerên we tên barkirin. Ji dêvla vanan hûn dikarin gerokên înternetê ên ku we li hember çalakiya we ya online bi eyarên heyî nepenîtir digire û ji şopîneran diparêze bi kar bînin.

Ji bo ewlehiyeke zêdetir hûn dikarin ‘’pêvekan’’ jî lê bar bikin (ev ji bo geroka we ya înternetê programên sazkirina wan hesan in ku çalakiya we a online taybet dike).

Ji bo astengkirina reklamên sîxur û şopînerên veşartî, uBlock Origin (ji bo Chrome, Safari û Firefoxê ) an Privacy Badger (ji bo Chrome, Firefox û Operayê ) daxin.

Ji bo ku hûn ji ewlebûna di cihên pêkan de pêwendiyên we ên malperan bawer bin, HTTPS Everywhere ya ku di gelek malperên mezin de şîfrekirina ragihana we dike daxin. Heke hûn bikarhênerê/a Safariyê ku vê taybetiyê bi kar tînin bin, lêgerîna rawêj mîna DuckDuckGoyê ku ne hêmaneke Googleyê ye bi kar bînin. Ev yek dê we rasterast beralî pêwendiyên taybet bike.

Firefox, ji bo bihêzkirina geroka we ya înternetê gelek rêyên cuda jî pêşkêş dike. Ji bo zêdetirîn tiştan çav li navnîşana [addons.mozilla.org] (https://addons.mozilla.org/firefox/) ê bigerînin. Mîna ku hûn naxwazin gelek sepanan bar bikin ji barkirina pêvekan jî dûr bikevin. Ji bo ku hûn ji çêkirina wan a ji hêla avakarên naverokan ên ewle bawer bin pêvekên ku hûn dixwazin bar bikin di serî de vekolin.

Hûn rêyên din ên bihêzkirina geroka xwe ya înternetê diğerin? Tecrûbeya bihêzkirina geroka înternetê ya bibergeh biceribînin!

5. Diruşmeyên Li Ser Xwe Û Kesên Din Rakin

Di paşerojê de we di wêne û şandiyan de bi diruşmekirina hevalên xwe bandor li kombûna daneyên wan kir?

Hûn dikarin barên wan ên daneyan, ji şandî û wêneyan navên wan rakin (di vê pêvajoyê de wicdanê xwe) û barê wan sivik bikin.

Vê yekê ragihînin! Heval, malbat û hevalên xwe ên kar ji bo kontrolkirina daneyên ku difirin diçin teşwîq bikin. Ji bo parastina şopên xwe ên daneyan heke em bi hev re bixebitin, di warê detoksê de em dikarin bêhtir alîkariya hev bikin.

Heke ev gav bi kêrî we hatibin û hûn aramtir hîs dikin, çima hûn jiyana xwe ji Googlê paqij û Profila xwe ya medya civakî nû nakin?

Dîroka dawî ya guncankirinê 12/16/2022